22 Gulan 2016•Rojanekirin: 23 Gulan 2016
ANKARA
Serokatiya Sererkaniyê ragihand ku di êrîşa biçek a terorîstan li Şemdînliyê li dar xist da, eskerek şehîd bû.
Di daxuyaniya nivîskî ya serokatiya serekaniyê li ser malpera xwe belav kir da hat diyarkirin ku terorîstan êrîş bir ser baregeha eskeriyê ya li Çiyayê Mîrgesava ser navçeya Şemdînliyê. Di êrîşa biçek a xayin a ku mensûbên rêxistina terorê li dar xist da eskerek şehîd ket.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin "Xwedê rehma xwe li şehîdê me yê ezîz bike. Bila serê malbata şehîdê me, serê eqreba û Hêzên Çekdar ên Tirk û miletê Tirkiyeyê sax be. Xwedê sebrê bide."