Mücahit Hüseyin Eroğul
27 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2024
Beşîktaş sibê di hefteya 10emîn a Lîga Super a Trendyolê da li deplasmanê wê derkeve pêşberî Galatasarayê.
Maça ku wê li RAMS Parkê bê lîstin wê di saet 20.00î da dest pê bike.
Hakem Arda Kardeşler wê maçê bi rê va bibe û fîqê bixe.
Her du tîm jî wê hewl bidin ku navên xwe yên têkneçûyînê biparêzin.
Tîma reş û spî di hefteyên borî da 6 serkeftin û 2 beranberî bi dest xistibû ku bi 20 pûanan va di lîgê da di rêza 3yemîn da ye.
Galatasaraya ku 8 serkeftin û beranberiyeke wê heye jî bi 25 pûanan va di rêza yekem da cî digire.