Emre Aşıkçı
17 Nîsan 2025•Rojanekirin: 18 Nîsan 2025
Di dawiya maçên rovanşa çaryek fînala Lîga Şampiyonan a UEFAyê da Arsenal û Inter derketin nîvefînalê.
Di turnuvaya nimro yek a fitbola Ewropayê ya di asta kuluban da etaba çaryek fînalê bi du maçan kuta bû.
Intera tîma Îtalyan di rovanşa maça ewil da ya 2-1 bi ser ket, Bayern Muniha nûnera Alman ezimand.
Di milmilaneya li Stada Guiseppe Meazza da di nîvê yekem da dengê golê nehat.
Lê di nîvê duyem da herdu tîman jî her yekê du gol avêtin.
Harry Kane di deqîqeya 52yem da gol avêt û tîma mêvan 1-0 ket pêşiyê.
Lê vê carê Interê bi gola Lautaro Martinez va ya di deqîqeya 58em da û gola bi Benjamin Pavard va ya di deqîqeya 61em da 2-1 da pêşiyê.
Lê Eric Dier di deqîqeya 76em da gol avêt skor bû 2-2.
Di maweya mayîn da nûnera Îtalyan skor parast û ji bo tûra din bilêta xwe wergirt.
Inter di nîvefînalê da dê derkeve hemberî Barcelonayê.
- Real Madridê surprîz pêk neanî
Di milmilaneya rovanşê ya din da jî Arsenala nûnera Îngiliz, Real Madrida tîma Îspanyayê ezimand.
Di milmilaneya Santiago Bernabeu da Saka di deqîqeya 65em da gol avêt û ekîba Londonê da pêşiyê. Lê Real Madridê hahanga bersiv da û Vinicius Junior di deqîqeya 67em da gol avêt û maç bû beramber.
Arsenalê di deqîqeya 90+3yê da bi gola Gabriel Martinelli va cardin ket pêşiyê û milmilane bi 2-1 serfiraziya tîma mêvan va bi dawî bû.
Bi vî awayî Arsenal derket nîvefînalê.
Di nîvefînalê da Arsenal dê bi Paris Saint-Germainê ra bilîze.
Maçên ewil ên nîvefînalê dê di 29/30ê Nîsanê da yên duyem jî dê di 6/7ê Gulanê da bên lîstin. Milmilaneya fînalê jî dê di 31ê Gulanê da li Allianz Arenayê bê lîstin.