Bozhan Memiş,Okan Coşkun
08 Nîsan 2024•Rojanekirin: 16 Nîsan 2024
ŞANLIURFA (AA) - Pêşbirka Kupaya Superê ya 2023 Turkcelê ya navbera Galatasaray û Fenerbahçeyê ji ber ku tîma zer û lacîwerdî di deqîqeya 2yem da ji sehayê vekişiya, ji aliyê hakem Volkan Bayarslan va hat tetîlkirin.
Pêşbirk li Stada 11ê Nîsanê ya Şanliurfayê hat lîstin û Galatasarayê bi fitbolîstên xwe Fernando Muslera, Kaan Ayhan, Victor Nelsson, Abdulkerîm Bardakçi, Derrick Kohn, Lucas Torreira, Berkan Kutlu, Bariş Alper Yilmaz, Dries Mertens, Kerem Akturkoglu û Mauro Icardi va dest bi pêşbirkê kir.
Fenerbahçe jî bi tîma fitbolîstên xwe yên ku hê nebûne 19 salî va derket sehayê. Fitbolîstên Fenerbahçeyê Furkan Onur Akyuz, Mustafa Emîr Akyildiz, Yusuf Akçîçek, Umîtcan Okan, Muhammet Îmre, Efekan Karayazi, Emîrhan Arkuctu, Muhammet Zekîi Dursun, Çagri Fedaî, Kerem Kayaarasi û Gorkem Îbrahîm Demirel derketin sehayê.
Bi destpêkirina pêşbirkê ra hê deqîqeyek kuta nebû, Galatasay bi gola Mauro Icardi va 1-0 da pêşiyê.
Tîma Fenerbahçeyê piştî golê pêşbirk neda destpêkirin. Bi îşareta endamê lijneya rêvebirinê Ahmet Ketencî ku li kêleka sehayê bû, fitbolîst ji sehayê derketin. Piştî ku fitbolîst çûn odeya guherandina cil û bergan, hakem Volkan Bayarslan pêşbirk tetîl kir.
Der barê pêşbirka ku nîvco ma da lijneya rêveibiriyê ya Federasyona Fitbolê ya Tiriyeyê (FFT) wê biryarê bide.