Haydar Şahin
19 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2018
MADRÎD
Real Madrîdê di pêşbirka xwe ya ewil a fînala çaryek ya Kupaya Qralê Spanyayê da li deplasmanê 1 û 0 ji Leganesê bir.
Leganesê li Stada Butarqueyê li Real Madrîdê mazûvanî kir. Di nîva ewil a pêşbirkê da herdu taxim jî bi ser neketin û gol nehat avêtin û nîvê ewil 0-0 berambere xilas bû.
Di deqîqeya 89an da Marco Asensîo golek avêt û Real madrîd 1-0 derbasî pêşiyê bû û pêşbirk bi vê encamê xilas bû.
Rovanşa pêşbirkê ew ê di 24ê rêbendanê da were lîstin.
Di pêşbirkên fînala çaryek ên Kupaya Qralê Spanyayê yên ku duh hatin lîstin da Espanolê 1-0 ji Barcelonayê, Sevîlla 2-1 ji Atletîco Madrîdê, Valecîayê 2-1 ji Alaves bir.