Nihat Kavşut
27 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2020
Li gor pisporan meriv rojê 16-18 seet xwarin nexwe yan jî di hefteyê da carcaran rojî bigire emrê meriv dirêj dibe û ev ji bona siheta însanan jî baş e.
Li gor gotareke ku di kovara New Englandê ya Tipê da derket hat tesbîtkirin meriv rojê 6-8 seet xwarin bixwe û 16-18 seet jî xwarin nexwe yan jî di hefteyê da carcaran rojî bigire emrê meriv dirêj dibe û ev ji bona siheta însanan jî baş e.
Di gotarê da tê gotin ku rojî feydeyeke mezin dide nexweşînên obezîte, diyabet û qelp û tê pêşniyazkirin ku meriv "xwarinê kêm bixwe" û "di hefteyê da 2 roj rojî bigire."
Li gor lêkolînên ku li ser însan û heywanan hatine kirin carcaran rojîgirtin metabolîzmayê teze dike û feydeyeke mezin dide siheta hucreyan.
Li gor agahiyên di gotarê da ji ber ku rojî quweta însulînê zêde dike ji bona diyabetê baş e.