Muharrem Cin,Serdar Yiğit
28 Tebax 2022•Rojanekirin: 30 Tebax 2022
Hat ragihandin ku li Înegola navçeya Bursayê otobêsa tûrê qeza kir û 3 kes mirin û 37 kes birîndar bûn.
Li gor agahiya ku hat hildan, di rêya navbera navçeya Înegol û Domanîça navçeya Kutahyayê da li nava daristanê otobês ji rê derket û tilolî zagê bû.
Li ser êxbarê ekîbên tenduristî, îtfaiye, AFAD û cendirmeyê sewqî herêmê kirin.
Di qezayê da şofêrê otobêsê û 2 jin mirin, 37 kes birîndar bûn.
Birîndar sewqî nexweşxaneyên Bursa û Kutahyayê kirin.
Waliyê Bursayê Yakup Canpolat û Midûrê Tenduristiya Bajêr Dr. Fevzî Yavuzyilmaz jî hatin cihê qezayê û ji rayedaran agahî hildan.
Canpolat ji rojanamegeran ra got ku otobêsa tûrê ji Tavşanliya Kutahyayê seba gerê diçû Mudanyayê û wiha dewam kir, "Ekîban hemû birîndar gîhandin nexweşxaneyan. Mixabin 3 welatiyên me mirin."