Türkan Tosun
09 Îlon 2020•Rojanekirin: 09 Îlon 2020
Li peravên Ayvacika navçeya Çanakkaleyê penaberên li ser behrê di botekê da asê mabûn, hatin xelaskirin.
Li navçeya Ayvacikê 39 penaber botekê siwar bûn ku herin Midîlliya Girava Yewnanistanê, lê bota wan piştî demekê xerab bû û ew li ser behrê asê man.
Hêzên Ewlehiya Qeraxê li ser îxbarê gihîştin herêmê û kesên di botê da bûn xelas kirin.
Tîman ew anîn Fermandariya Qereqola Ewlehiya Qeraxê ya li bajaroka Kuçukkuyuyê.