20 Hezîran 2020•Rojanekirin: 20 Hezîran 2020
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar û fermandarên payebilind ên Artêşa Tirkiyeyê ku duh çûbûn serdana Herêma Baregehê ya Siyah Kayayê herî zêde nêzî herêma Operasyona Pencik-Pilingê seranserê şevê jî li navenda herekatê ya li herêma sînor Operasyona Pencik-Pilingê sewq, îdare û teqîb kirin.

Akar tevlî Serokê Serekaniyê Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejayî Orgeneral Umît Dundar, Fermandarê Hêzên Hewayî Orgeneral Hasan Kuçukyilmaz, Fermandarê Hêzên Behrê Oramîral Adnan Ozbal û Fermandarê Artêşa 2yemîn Korgeneral Sînan Yayla li herêma sînor in û kontrol û lêkolînên xwe didomînin.

Wezîrê Parastina Neteweyî Akarê ku ji bo sewq û îdarekirina Operasyona Pencik-Pilingê ku ji bo cih û warên rêxistina terorê yên li bakurê Iraqê bên berterefkirin dest pê kirine li herêma sînore got: "Heta niha em ketine şikeft û sitargehên terorîstan û bi serê wan da xera dikin. Em ê hê jî berdewam bikin û bi serê wan da xera bikin. Ji destpêka operasyonê heta niha qederê 150 şikeft û gelek cebilxane hatin dîtin. Ji 160î zêdetir teqemeniyên destçêkirî hatin îmhekirin û ji 700î zêdetir hedef hatin gulebarankirin."