Türkan Tosun
25 Adar 2019•Rojanekirin: 27 Adar 2019
Xelfetiya navçeya Şanliurfayê ya li devê Bendava Birecikê ye bi hatina biharê re geş bû.
Qismeke Xelfetiyê di bin Gola Bendava Birecikê da maye, lê ji ber ku gelekî xweş û aram e Komîteya Kordinasyona Navneteweyî ya Cittaslowê di sala 2013an da Xelfetî xist nav lîsteya "Bajarê Aram".
Xelfetiya navçeya Şanliurfayê ya li devê Bendava Birecikê ye bi hatina biharê re geş bû.Qismeke Xelfetiyê di bin Gola Bendava Birecikê da maye, lê ji ber ku gelekî xweş û aram e Komîteya Kordinasyona Navneteweyî ya Cittaslowê di sala 2013an da Xelfetî xist nav lîsteya "Bajarê Aram". ( Halil Fidan - Anadolu Agency )
Navçe ji ber avahiyên bi keviran hatine çêkirin, gola bendavê û xweşikahiyên xwezayî wek bihûşta veşartî ya Başûrê Rojhilatê Anadoluyê tê binavkirin û gelek turîst tên ziyareta bajêr.
Ji ber ku sala 2019an wek "Sala Gobeklîtepeyê hat îlankirin wisa tê texmînkirin wê zedetir turîst bêne navçeyê.
Kesên tên Xelfetiyê keştiyê sîwar dibin di nav Gundê Savaşanê ya di binê avê da maye digerin.
Turîst Rumkaleyê û Mizgefta Mezin a qismeke wê di bin avê da maye dibînin, gula reş a ku li dinyayê bi tenê li navçeyê digîhîje jî bêhn dikin.
- "Eleqeya ji bo xelfetiyê zêde dibe û em ji ber vê kêfxweş in"
Serokê Konseya Bajêr ê Xelfetiyê Nîhat Ozdal ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ji ber ku sala 2019an wek "Sala Gobeklîtepeyê hat îlankirin ew texmîn dikin îsal wê zedetir turîst bêne navçeyê.
Ozdal got ew bendê ne ku îsal zêdetir turîstên biyanî bên û wiha dewam kir: "Ji ber pirsgirêkên demekê çêbûn hejmara ziyaretvanan kêm bûbû. Lê par qasî 600 hezar kes hatin ziyareta Xelfetiyê. Li gor fikra me îsal wê milyonekê derbastir be. Li navçeyê 135 keştî hene û ew ji niha va tijî bûn. Ofîsên gerê êdî Xelfetiy jî dixin nav lîsteya xwe. Ji ber vê eleqeya ji bo xelfetiyê zêde dibe û em ji ber vê kêfxweş in."
- "Di dawiya hefteyê da em mazuwaniya 5 hezar turîstan dikin"
Şeref Albayrakê Wekîlê Şaredar ê wek qeyûm hat tayînkirin jî got piştî wî dest bi wezîfeyê kiriye karên baş hatine kirin.
Albayrak got gelemperî di dawiya hefteyê da hejmara turîstan zêde dibe, lê ew dixwazin di nav hefteyê da jî hejmar zêde bibe û wiha dewam kir: "Bajarê me yê aram bi hatina biharê, bi germbûna hewayê zindî bû. Di dawiya hefteyê da em mazuwaniya 5 hezar turîstan dikin. Di meha nîsan û gulanê da ev hejmar wê zêdetir bibe. Hêvî dikim bi xebatên ku em dikin va turîstên biyanî jî bên vir."