Cüneyt Çelik
09 Sibat 2025•Rojanekirin: 11 Sibat 2025
Li Qersê çemên ku bi ava wê çandinî û heywandarî tê kirin, zivistanê di nav berfê da diherikin, dîmenên xweşik derdixin holê.
Li sînorê Qers-Erdexanê Ava Telek ku ji Gola Çildirê diherike fetlanokan çêdike heta navçeya Arpaçayê dere.

Çemê ku fetlanokan çêdike di nav berfê da diherike, dîmenên xweşik derdixe holê ji bo çandinî û heywandariya herêmê jî kaneke jêneger e.
Di rojên dawîn da dora çemê ku niştecihên herêmê di mehên havînê da pê erdên xwe av didin, tê da masiyan digirin, heywanên xwe avdidin bi berfê nixumî.
Çemê ku havînê dora wê şîn dibe zivistanê bi berfê dinixume, her demsal dîmenên xweşik derdixe holê û balê dikşîne.

Midûrê Çandinî û Daristanê yê Bajêr Enver Aydin ji nûçegihanê AAyê ra ragihand ku mêrg û çayirên fireh ên Qersê hene û wiha dewam kir:
"Bajarê me him zivistanê him havînê xweşike û bi tebîeta xwe balê dikşîne. Bi taybetî jî ev çemên ku fetlanoka çêdikin balê dikşînin, ev çem ji bo heywandariyê kanên girîng in. Miletê herêmê him ji bo heywandariyê jê sûd werdigre him erdên xwe pê av dide.
Herwiha li Qersê di ser 500 hezarî ra qaz hene. Ev qaz li dora çeman tên avdan. Yanî ev çem him xemla tebîetê ne him jî ji bo heywandarî û çandiniya herêmê kanên girîng in."