ŞANLIÛRFA
Civîna Wezîrên Dewletên Cînarê Sûriyeyê ya 2yemîn, li Navenda Wargeha ku Herranî lê disekinin tê li dar xistin. Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Hoşyar Zebarî, Wezîrê Karên Derve Ahmet Davûtoglû, Komîserê Bilind ê Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Gûterres ji bo ku beşdarî civînê bibin hatin Şanliûrfayê.
Davûtoglû ji bo ku beşdarî civînê bibe hat Balafirgeha GAPê û li vir Alîkarê Walî Mehmet Yuzer, Serokê Şaredariya Şanliûrfayê Ahmet Eşref Fakibaba, Namzedê AK Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Şanliûrfayê Celalettîn Guvenç û rayedaran pêşwaziya Davûtoglû kirin.
Komîserê Bilind ê Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Gûterres û Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Hoşyar Zebarî jî ji bo ku beşdarî civînê bibin hatin Şanliûrfayê. Wezîr Davûtoglû paşê bi Gûterres, Zebarî û rayedarên Lubnan, Urdun û Misrê re ji bo xwarina şîvê derbasê mala mêvanan bûn.
Piştî ku rojnamevanan dîmen girtin, xwarin ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.