Tirkiye ji bo bijartina rêvebirên herêmî yên ku wê 5 salan wezîfeyê bikin îro diçe ser sandiqê.
Ji bo Hilbijartinên Giştî yê Rêvebiriyên Herêmî ya 31ê Adarê li 32 bajaran hilbijêr ji saet 07.00an pê va çûn ser sandiqê, li bajarên din jî rayavêtinê di saet 08.00an da dest pê kir.
Li gor biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) hilbijêrên li Adiyaman, Agirî, Artvîn, Bîngol, Bidlîs, Diyarbekir, Elezîz, Erzincan, Erzirom, Gazîenteb, Gîresun, Gumuşxane, Hekarî, Qers, Meletye, Qehremenmereş, Mêrdîn, Mûş, Ordî, Rîze, Sêrt, Sêwas, Trabzon, Tuncelî, Şanliurfa, Wan, Bayburt, Batman, Şirnex, Erdexan, Îdir û Kilîsê di saet 07.00 da raydayînê dest pê kir. Li van bajaran rayavêtin wê di saet 16.00an da temam bibe.
Li bajarên din jî ray avêtinê di saet 08.00an da dest pê kir. Welatî wê heta saet 17.00an wê rayên xwe biavêjin.
Di hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 31ê adara 2019an da 57 milyon hilbijêr wê li ser 194 hezar û 390 sandiqî dengê xwe bidin.
Li gor biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) AK Partî, BTP, BBP, CHP, DP, DSP, HDP, ÎYÎ Partî, MHP, SP, TKP Û VP ew ê beşdarî hilbijartinê bibin. Xêncî şert û mercên di qanûnê da hatine rêzkirin her hilbijêr ew ê li ser sandiqa lê hatiye qeydkirin raya xwe biavêje. Hilbijer nikare ji bo heman hilbijartinê ji carekê zêdetir dengê xwe bide. Hilbijêr li kîjan herêmê qeydkirî be ew ê bi tenê li wê herêmê dengê xwe bide.
Hilbijêrên li Edene, Enqere, Antalya, Aydin, Balikesir, Bursa, Denizlî, Diyarbekir, Erzirom, Eskîşehir, Gazîantep, Hatay, Stenbol, Îzmir, Qehremanmaraş, Qeyserî, Kocaelî, Qonya, Meletiye, Manis, Mêrdîn, Mêrsin, Muxla, Ordî, Sakarya, Samsun, Şanliurfa, Tekirdax, Trabzon û Wanê hilbijêr ew ê ji bo "şaredariya bajarê mezin", "şaredariya navçeyê", "endamtiya meclisa şaredariyê", "mixtar û heyeta îxtiyaran" rayên xwe biavêjin.
Li bajarên ku bajarê mezin nînin jî hilbijêr wê ji bo "endamtiya meclisa giştî ya bajêr", "şaredariya navçeyê", "endamtiya meclisa şaredariyê", "mixtar û heyeta îxtiyaran" rayên xwe biavêjin. Hilbijêrên li gundan ew ê ji bo "endamtiya meclisa giştî ya bajêr", "mixtar û heyeta îxtiyaran" dengê xwe bidin.
Rengê rayên werin dayîn jî wiha ne: Şaredariya bajarê mezin "sipî", endamtiya meclisa giştî ya bajêr "tûtik", şaredariya navçe û bajêr "hêşîn", endamtiya meclisa şaredariyê "zer". Hemû rayan ew ê têxin heman zerfê.
Hilbijêrên ducanî, nexweş, astengdar, kal û pîr bêyî ku benda rêzê bimînin wê rayên xwe bidin.
Hilbijêr wê bi telefonên bêrîkan, makîneyên wêneyan dikşînin û alavên din va nikaribin bikevin cihên ray lê tê avêtin.
Beriya saeta bidawîbûna dengdayînê sandiq ew ê neyên vekirin
Li bajarên saeta dengdayînê 07.00-16.00 e beriya saet 16.00an li bajarên din jî beriya 17.00an ray wê neyên jimartin. Her çiqasî hemû hilbijêran dengê xwe dabe jî hetanî saeta deng dayînê temam nebe ew ê nikaribin sandiqê vekin.