ANKARA
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di lêpirsîna îdiayên "xelatkirina bêusûl a hin polêsan" de der heqê 3 polêsan de biryara girtinê da.
Dadgera Cezayê Silhê ya Nobedar Denîz Gulê piştî jêpirsîna 11 bersûcên ku der heqê wan de biryara şertê kontrola edlî hatibû dayîn, îfadeya E.K, Î.Ç, M.H yên hatibû xwestin ku bên girtin, hilda.
Dadger Gulê der heqê 3 polêsan de bi hinceta "delîlên ku sûc nîşan didin hene, divê xelatkirina bêusûl bê nirxandin, dibe ku ev kes delîlan veşêrin, biguherînin û ji holê rakin" ve biryara girtinê da.
Dozgerê Komarê Alper Turkozmenê ku lêpirsînê bi rê ve dibe der barê 14 polêsan de daxwazname dabû ku 3 hebên wan bên girtin û 11 hebên wan jî bi şertê kontrola edlî bên berdan.