Aykut Karadağ
17 Mijdar 2023•Rojanekirin: 18 Mijdar 2023
Di Behra Egeyê da bi mezinahiya 4,1ê erd hejiya.
Li gor agahiya ser malpera înternetê ya Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Afat û Acilê (AFAD), di Behra Egeyê da bi mezinahiya 4,1ê erd hejiya.
Navenda erdheja ku di saet 16.19an da çêbû, 49,2 kîlomêtre dûrî Datçaya navçeya Muglayê ye û li gor tesbîtê erdhej 6,22 kîlomêtre di binê erdê da çêbû.