25 Tebax 2019•Rojanekirin: 26 Tebax 2019
Di Pencika-3yê ya ku li bakurê Iraqê dewam dike da di şerê bi terorîstên cihêkar ên PKKyî ra derket da 3 esker şehîd bûn, 7 esker birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî, li bakurê Iraqê di pevçûna derket da 3 esker şehîd bûn, 7 esker birîndar bûn.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku eskerên birîndar sewqî nexweşxaneyê kirin û li herêmê operasyon didomin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Xwedê rehma xwe li şehîdên me yên ezîz bike û serê malbata wan, Artêşa Tirkiyeyê û milletê Tirk sax be û Xwedê sebrê bide. Xwedê şifayê ji eskerên me yên birîndar ra bişîne."