01 Îlon 2020•Rojanekirin: 02 Îlon 2020
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derheqê 21 kesên ku li gor tesbîtê li ser navê PKK/KCKya rêxistina terorê bi êrîşên sîber va propagandaya rêxistinê dikin, biryara binçavkirinê hat dayîn.
Li gor daxuyaniya Serdozgeriyê, Buroya Lêpirsîna Sûcên Terorê ji bo 21 gumanbarên ku li gor tesbîtê mensûbên koma "Mezopotamia Hackers"ê ne û ev kom jî di nav PKK/KCKya rêxistina terorê ya cekdar da bi telîmata rêxistinê fealiyetê dike, lêpirsînê dest pê kir.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku gumanbar li 81 bajaran ketin malperên înternetê yên 411 sazî û sazûmaniyên qamûyê û 14 hezar û 271 kesayetên qanûnî û tê da propagandaya rêxistinê kirin û ser navê rêxistinê daxwazên madî kirin.
Ekîbên Şaxa Têkoşîna Terorê ya Midûriya Asayîşa Bajarê Enqereyê li 17 bajarên ku Enqere navend e, seba girtina gumanbaran operasyonan didomînin.