Abdullah Tel
20 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 21 Cotmeh 2020
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistinbûna Dewleta Rexber (FETO/PDY) a nav ewlehiyê da ji bo 9 kesên 2 jê sivîl û 7 jî polêsên ji kar hatine avêtin biryara binçavkirinê da.
Di daxuyaniya serdozgeriyê da hat gotin ku di encama kar û xebatên li ser telîmata Şaxa Lêpirsîna Sûcên Terorê hat birêvebirin da der barê 9 kesên li gor kar û xebatan derket holê ku endamên payebilind ên rêxistinê ne, ByLock emilandine û di nav rêxistinbûna ewlehiyê ya FETO/PDYê da cih girtine biryara binçavkirinê hat derxistin.
Hat gotin ku ji gumanbaran yek midûrê ewlehiyê di asta duyemîn da, yek jê komîser, 2 jê alîkarên komîser û 3 jî polês bûn û ji kar hatibûn avêtin û 2 sivîl jî meleyên mehrem ên rêxistinê bûn. di berdewamiya daxuyaniyê da hat ragihandin ku ekîbên Midûriyeta Şaxa KOMê ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Bajrê li 4 bajaran ji bo qefaltina gumanbaran dest bi xebatê kirin.
Heta niha ji gumanbaran 5 kes jî hatin binçavkirin.