Elif Orhan
03 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2018
ANKARA
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin piştî Civîna Kabîneya Serokomariyê ya ku bi serokatiya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan hat lidarxistin, daxuyanî dan.
Kalin got, "Taktîka mijûlkirinê bû pirsgirêkeke ku mezin dibe. Divê nexşerêya Minbîcê demildest bê tetbîqkirin."
"Emê pêngavên ku dê ewlehiya me ya neteweyî bixe bin xerentiyê dê biavêjin."
Kalin got, "Em li saheya Sûriyeyê dijî hêmanên rêxistina terorê her pêngavên ku dê ewlehiya me ya neteweyî bixe bin xerentiyê dê biavêjin."
"Kesên ji ber temenê xwe nikarin teqawîd bibin"
Kalin derbarê kesên ji ber temenê xwe nikarin teqawîd bibin got, "Ev mijar di rojeva kabîneyê de tune. Nirxandina wê li Parlementoyê tê kirin."
"Îdiayên der barê McKinsey de"
Kalin ji bo îdiayên der barê McKinsey de jî wiha axivî, "Yekîneyên eleqedar aboriya Komara Tirkiyeyê bi rê ve dibin. Tu aliyekî girêder ê xizmeta şêwirmendiyê tune."