Elif Orhan
16 Gulan 2019•Rojanekirin: 17 Gulan 2019
Di doza der barê êrîşa terorê ya ku şeva sersala 2017an de li Reînaya navenda şahiyê ya li Ortakoyê hat kirin û bû sedema mirina 39 kesan da Zarîna Nurullayevaya xanima bi mehra fermî ya êrîşkar Ebdulqadir Masharîpovê girtî û Tene Traoreyê ku pê ra dijiya hatin texliyekirin.
Di rûniştina ku Mehkemeya Cezaya Giran a 27emîn a Stenbolê li hêwana hemberî Kampusa Saziyên Înfaz û Cezayê ya Silîvriyê kir da heyeta mehkemeyê piştî daxwaza biryarên xwe yên navberê eşkere kirin.
Heyetê biryar da ku Zarîna Nurullayevaya xanima bi mehra fermî ya êrîşkar Ebdulqadir Masharîpovê girtî û Tene Traoreya xanima wî ya ku ku pê ra dijiya bên texliyekirin û ji bo wan qedexeya derketina derva û şertê kontrola edlî hat derxistin.