Fatih Gazioğlu
20 Mijdar 2019•Rojanekirin: 21 Mijdar 2019
Di doza kuştina Şule Çetê da ji bo şikbar Çagatay Aksu ji sûcê "kuştina bi qesdî" cezayê miebed û 39 sal, ji bo şikbar Berk Akand jî ji ber alîkariyê 31 sal cezayê hepsê hat xwestin.
Rûniştin li Mehkemeya Cezayê Giran a 31emîn a Enqereyê hat dîtin.
Dozgerê Komarê li gor delîlan xwest ku şikbar Çagatay Aksu bi sûcê "kuştina qestî" carekê bi cezayê miebed û ji ber sûcê "destdirêjiyê" û "îxlalkirina azadiya kesan" jî bi 39 salan were cezakirin.
Dozger ji bo şikbar Berk Akand jî ji ber sûcê "alîkariyê kuştinê" 15 sal, ji ber alîkariyê sûcên din jî 16 sal, bi tevahî xwest ku bi 31 salan were ceza kirin.
Dozger îdianameya xwe ji lijneya mehkemeyê ra pêşkêş kir.