QAHIRE
Hat ragihandin ku Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) li Sûriyeyê li herêmên ku bi dest xistiye di saziyên perwerdeyê de dersên muzîk, dîrok, dîn û hin dersên din qedexe kir.
Di "pêşnumaya Lijneya Perwerdeyê" ya ku girêdayî DÎŞIyê ye û di malperên civakî de hat weşandin de, hat diyarkirin ku dersên muzîk, dîrok, dîn û hin dersên din yên ku di mufredata rejima Esed de cî digirin hatin qedexekirin.
Di pêşnumayê de hat destnîşankirin ku dê sirûda neteweyî ya Sûriyeyê li her derê bê qedexekirin.
Di pêşnumayê de hat diyarkirin ku dersên ku afirandinê înkar dikin û bi teoriya Darwîn re eleqedar in dê werin rakirin. Dersên ku tên qedexekirin ev in: "Perwerdeya muzîk û hunerê, perwerdeya neteweyî, zanistên civakî, dîrok, perwerdeya bedenê, felsefe, psîkolojî û çanda dînî."
Ji hêla din ve hat ragihandin ku li bajaroka Arsalayê leşkerekî Libnanê bi destê Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê hat revandin.
Ebû Musabê ku dibêje ez neviyê serokê DÎŞIyê Ebû Bekir el-Bexdadî me di hesabê xwe yê Twitterê de destnîşan kir ku leşkerê Libnanê yê ku li Arsalayê hat revandin, hatiye serjêkirin.
Ebû Musab di bin daxuyaniya xwe de wêneyên cinazeyê leşkerê Libnanê weşand û diyar kir ku dê dîmenên înfazê jî paşê bên weşandin.
Der barê mijarê de rayedarên Libnanê hê daxuyanî nedane.