14 Nîsan 2017•Rojanekirin: 15 Nîsan 2017
ANKARA
Serokwezîr û Serokê Giştiyê AK Partiyê Bînalî Yildirim got, "Ji serî va sekna me safî ye. Yek Dewlet, yek millet, yek welat, yek ala. Ji bilî vana ev gel tiştekî din qebûl nake. Ne federasyon ne eyalet û ne jî ji hev veqetanekê din em qebûl nakin û em derfetê nadin van tiştan. Ev 15 sale em micadele d,kin ku li Tirkiyeyê yekîtî, bihevrabûn û biratiya millet bihêz bikin."
Serokwezîr Yildirim li Meydana Laleyê ya navçeya Sincanê beşdarî mitîngê bû û gotarek pêşkêş kir.
Serokwezîr anî ziman ku di 15ê temûzê da Sincanê jî mîna Enqereyê destana qehremaniyê nivîsî û nehiştiye alaya bi heyv û stêr dakeve, Herwiha nehiştiye ezan bisekine û ev welat radestî namerdan nekir.
Yildirim got, "Ji serî va sekna me safî ye. Yek Dewlet, yek millet, yek welat, yek ala. Ji bilî vana ev gel tiştekî din qebûl nake. Ne federasyon ne eyalet û ne jî ji hev veqetanekê din em qebûl nakin û em derfetê nadin van tiştan. Ev 15 sale em micadele d,kin ku li Tirkiyeyê yekîtî, bihevrabûn û biratiya millet bihêz bikin. Înşallah wê di 16ê nîsanê da ji sindoqan 'erê' derkeve."
- "Emê hesabê wê zulma ku we kir, bipirsin"
Yildirim behsa serokê partiya mixalefeta sereke kir û got, "Rastî kê tên wan tehdîdan dikin, ditirsînin. Tê ba qehweciyandibêje, 'wê qehwexane bên girtin'. Tê ba teksîciyan dibêje 'Wê ruxsetên we bêne betalkirin'. Tê ba muxtaran dibêje, 'Eman nebêjin erê wê muxtartiyan bigirin'. Ji emlakçiyan ra dibêje, 'Xwedan mal, xwedan mulk, eman nebêjin erê wê tapoyên we ji destên we werin derxistin'. Birako ma tu delalê felaketê yî? Sincan qet ji derew û virên te bawer nake."