Günay Nuh,Cüneyt Çelik
06 Hezîran 2023•Rojanekirin: 06 Hezîran 2023
Li Erdexan û Qersê barana gur û zîpikê tengasî da kişandin.
Li Erdexanê piştî nîvro barana gur dayê û ber bi êvarê gurtir bû. Ji ber baranê di hin rêyan da av golî bû.
Baran herî zêde li derdora Mizgefta Mezin, herêma Midûriya Bajêr a Çandinî û Daristanê û li ser kolana Kongreyê barî û wesayîtan tengasî kişand.
Bi barana ku ji nişka va barî, bi welatiyan tengasî da kişandin.
Li bajêr baran bi navber dewam dike.
- Qers
Li Qersê jî barana gur û zîpik dibare.
Li ser rêya Qers û Erdexanê texma Susuzê zîpik barî û erd spî bû.
Di rêya ku spî bû da şofêran tengasî kişand.