17 Sibat 2016•Rojanekirin: 18 Sibat 2016
ANKARA
Sererkaniyê daxuyand ku li Sûra navçeya Diyarbekirê eskerê ku di operasyonan de birîndar bûbû, di nexweşxaneyê de şehîd ket.
Di daxuyaniya Sererkaniyê de hat gotin ku duh li Sûrê leşkerê ku di pevçûnan de birîndar bûbû, li nexweşxaneyê her çiqas hewl hat dayîn ku bê xilaskirin ew cangorî bû.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Di nav rojê de pevçûnan dewam kir û terorîstek hat kuştin. Xwedê rehma xwe li vî şehîdê me bike. Serê malbata şehîdê me yê ezîz, mensûbên me yên Hêzên Çekdarî yên Tirkiyeyê û gelê me yê Tirkiyeyê sax be û Xwedê sebrê bide. Xwedê şifayê bide hevalên me yên qehreman ên birîndar."