Salih Bilici
30 Adar 2025•Rojanekirin: 02 Nîsan 2025
Li Enqereyê ji serê sibê pê va li kuçe û kolanan ji bo nimêja eydê liv û tevger zêde bû, welatiyan mizgeft tijî kirin.
Hin welatiyan jî li hewşa mizgeftan nimêj kir.
Mislimanên ji welatên cuda bi cil û bergên xwe yên gelêrî hatin mizgeftan, hin welatiyan jî zarokên xwe anîn mizgeftê.
Piştî nimêj, xutbe û diayan welatiyan eyda hevdu pîroz kir.
Li hewşên mizgeftan şekir, çîkolata, loqim û qolonya hat belavkirin.