Selma Kasap
04 Hezîran 2023•Rojanekirin: 04 Hezîran 2023
Di çarçoveya Pergala Derbasbûna Lîseyê (LGS) da ezmûna navendî ku Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) dide kirin û xwendekarên pola 8emîn beşdar dibin, dest pê kir.
Ezmûn wê di du rûniştinan da were kirin û rûniştina wê ya yekemîn di saet 09.30î da dest pê kir. Rûniştina yekem wê di 10.45an da kuta bibe. Rûniştina duyem wê di 11.30î da dest pê bike û di 12.50yî da kuta bibe.
Ezmûna navendî li 15 hezar ê 532 dibistanan û di 81 hezar û 570 salonan da tê kirin.
Amadekariya ezmûna navendî îsal li gor milyonek û 246 hezar û 429 xwendekarên pola 8emîn hat kirin. Ji dora 256 hezar xwendekarên li herêma erdhejê 67 hezarê wan bi daxwaza xwe wê li 71 bajaran bikevin ezmûnê. Wek mayîn serlêdana ezmûnê ya hemû xwendekaran wekî navendî hat kirin.
- Rûniştina ewil
Di rûniştina saet 09.30î da ji Tirkî, Dîroka Şoreşê ya T.Cyê û Ataturkvanî, Agahiyên Çand û Exlaqa Dînî û Zimanê Biyanî 50 pirs wê ji xwendekaran bên pirsîn û dema bersivandina pirsan 75 deqîqe ye.
Rûniştina duyem ya ku wê pirsên hejmarî bên pirsîn jî wê di saet 11.30î da dest pê bike û 40 pirs bên pirsîn. Dema vê rûniştinê 80 deqîqe ye. Di navbera her du rûniştinan da 45 deqîqe navber wê hebe ku xwendekar bikaribin derkevin baxçeyê û bêhna xwe bidin.
Xwendekarên dixwazin bikevin ezmûna LGSyê dikevin ezmûnê, yên naxwazin bi bicihkirina herêmî di lîseyan da tên bicihkirin.