İbrahim Atmaca
25 Tebax 2019•Rojanekirin: 28 Tebax 2019
Fadil El Azawiyê ku ji şerê navxweyî yê welatê xwe revî û xwe spart Tirkiyeyê, li Mêrdînê bi rûnê nivîşk, xurme û 12 cure biharat va "kulîçeya Suryaniyan" çêdike û pê debara xwe dike.
El Azawiyê 28 salî nêzî 5 sal berê ji Dêrazora bajarê Sûriyeyê pêşiyê hat Şanliurfayê paşê jî hat Mêrdînê û li Navenda Civakî ya Heyva Sor a Tirk fêrî Tirkî bû û li Zanîngeha Mardîn Artukluyê di Beşa Îşletmeyê da dest bi xwandinê kir.
El Azawî li Sûriyeyê di pastexaneya bavê xwe da çêkirina pasteyan hîn bû û li Mêrdînê cihekî 4 mêtroqareyî vekir û tê da kulîçeyên welatê xwe û yên ku li Tirkiyeyê tên çêkirin, çêdike û difroşe.
El Azawî di demeke kin da karê xwe mezin kir û kargeheke mezintir vekir û 5 kesan li cem xwe dide xebatê û kulîçeya Suryaniyan a bê şekir çêdike û difroşe turîstên xwecî û biyanî.
El Azzawî di heman demê da Îngilizî dizane û li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi parvekirinên xwe yên Îngilizî va piştgiriyê dide danasîna bajêr û der heqê şehrê qedîm da tûrîstan agahdar dike.
El Azawî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wî dema li Sûriyeyê endezyariya kompîturê dixwend, li kargeha bavê xwe paste û kulîçe jî çêdikir.
El Azawî diyar kir, wî dît ku kulîçeya Suryaniyan li Mêrdînê pir meşhûr e, rûnê nivîşk, xurme û 12 cure biharatên ku wan li Sûriyeyê dikirin nav kulîçeyan va kulîçeya Suryaniyan çêkir û tehmeke pir xweş derket holê.
El Azawî got ku Mêrdînî û turîstên ku bajêr ziyaret dikin jî kulîçeya wî pir diecibînin û wiha dewam kir, "Ji derveyî bajêr mişteriyên min gelek in. Ji Stenbol, Bursa, Îzmir û Edeneyê sparîş ji min ra tên. Ez bi kargoyê ji wan ra dişînim."