Türkan Tosun
22 Nîsan 2019•Rojanekirin: 23 Nîsan 2019
Serdozgeriya Komara Enqereyê daxuyand O.S. yê ku yek ji failê êrîşa dijî Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu ye li Sîvrîhîsarê hat girtin, îfadeya 5 kesên hatin binçavkirin jî li Fermandariya Cendirmeyan a Çubukê dewam dike.
Di merasima cinazeyê şehîd da êrîşî Kemal Kiliçdaroglu kirin
Li gor daxuyaniya Serdozgeriyê O.S. yê ku yek ji failê êrîşa dijî Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu ye li Sîvrîhîsarê hat binçavkirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin îfadeya 5 kesên ji ber bûyerê hatin binçavkirin jî li Fermandariya Cendirmeyan a Çubukê dewam dike.
Hat gotin ji bo nasnameya şikbarên din jî bê tespîtkirin û bûyer bi her aliyê va bê lêkolînkirin xebat dewam dike.