Sarp Özer
19 Îlon 2022•Rojanekirin: 19 Îlon 2022
Piştî ku terorîstên li aliyê sînorê Sûriyeyê êrîş kirin û eskerekî li Sirûca navçeya Şanliurfayê jî şehîd bû, hêzên Artêşa Tirkiyeyê ji bo heyfê hildin gule barandin, 80 cih hatin îmhakirin û failên êrîşê jî di nav da 17 terorîst hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî piştî êrîşa terorîstan hêzên Artêşa Tirkiyeyê ji bo heyfê hildin gule barandin û SÎHA jî hatin herêmê.
Di encamê da 80 cih hatin îmhakirin û failên êrîşê jî di nav da 17 terorîst hatin berterefkirin.
Di 18ê îlonê da terorîstan ji aliyê sînorê Sûriyeyê êrîş kiribûn, di vê êrîşê da eskerekî li qereqola li ser hidûdê wezîfedar bû şehîd ketibû.