Elif Orhan
22 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2018
ANKARA
Arîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bekîr Bozdag dema ku li Koşka Çankayayê civîna Lijneya Wezîran bi serokatiya Serokwezîr Bînalî Yildirim dewam dikir daxuyanî dan rojnamevanan û bersiva pirsan da.
bozdag bi bîr xist ku ji bo pêkanîna ewlehiya sînorê welêt, ji herêma Efrînê paqijkirina rêxistinên terorê û terorîstan, Kurd, Ereb, Tirkmenên ku li herêmê dijîn ji tehde, zilmên rêxistinên terorê xilas bikin şemiya borî saet 17.00ê de Herekata Çiqlê Zeytûnê hat destpêkirin.
- "Herekata Çiqlê Zeytûnê serkeftî dewam dike"
Bozdag got ku "Herekata Çiqlê Zeytûnê wekî ku hatiye plankirin bi serkeftî dewam dike. Herekat dê di pêvajoya ji niha pê ve de jî serkeftî dewam bike. Hedefên di planê de dê yek bi yek bên kirin. Di asta ku gihaştinê de herekat ji bo Tirkiyeyê tercîhek nîne mecbûriyetek e." û wiha axivî:
"Herekata Çiqlê Zeytûnê meşrû ye û li gor hiqûqa navneteweyî ye. Mafê xwezayî û meşrû ye ku her dewlet gel û sînorên xwe biparêze. Tirkiyeyê jî vê mafê xwe bi kar aniye. Di vê herekatê de tekane hedef PKK, KCK, PYD/YPG û DEAŞa rêxistinên terorê ne. "
- "Berhema propagandaya reşkirinê ye"
Bozdag diyar kir ku nûçeyên wekî "TSK li sivîlan xist an jî dixe" berhema propagandaya reşkirinê ye.
Bozdag bal kişand ku nûçeyên navborî ji aliyê rêxistinên terorê û alîgirên rêxistina terorê ve tên çêkirin û belavkirin û wiha axivî: "Herekata Çiqlê Zeytûnê bi tu awayê herekateke dijî birayên me yên Kurd ên ku li herêmê dijîn nîne. Ev herekat ji bo ku birayên me yên Kurd jî di nav de Ereb û Tirkmenên li herêmê ji tehde û zilma DEAŞ, PKK, PYD, YPG, KCKê bê xilaskirin tê kirin. "
- "Tu xerantiyên ku Tirkiyeyê dane tune"
Bozdag der barê îdiaya "Tirkiyeyê xerantî daye Rûsyayê û dê operasyon ji sînorê Efrînê derbas nebe" de got ku "Di vê mijarê de tu xerantiyên ku Tirkiyeyê daye Rûsya yan jî welatekî din tune."
- Banga HDPyiyan a ji bo daketina kolanan
Bozdag der barê banga parlementerên HDPyî yên ku bi tweetan piştî destpêkirina Herekata Çiqlê Zeytûnê ji bo ku gel dakevin kolanan kirin de nirxandin kirin û ev gotin: "Tirkiye dewletekî hiqûqê ye. Li dewletekî hiqûqê jî dema ku çalakî û gotineke ku sûcekî derdixîne çmbin kîjan hêman tê şopandin bila bê şopandin di vê mijarê de jî dê ji aliyê yên ku dikevin nav çalakî û gotinên ku sûcê derdixînin jî heman ûsul bişuxile"
- "Pêşniyaza min ew e ku Tirkiyeyê mînak bigirin"
Bozdag bal kişand ku hin alî ji bo ku Tirkiyeyê sûcdar bikin cî didin îdiayên rêxistinên terorê yên wekî "TSK dijî sivîlan herekat kir" û ev gotin:
"Tirkiye di mijara parastina hiqûqa sivîlan, xwedîlêderketina wan û arîkariya wan de bûye xwediyê mînakên xweşik û sepanên ku dê ji bo hemû welatên ku ji bo wî fikarên xwe diyar kirin bibin mînak. Ji bo wan pêşniyaza min ew e ku vê helwesta Tirkiyeyê ji xwe re bikin mînak."
- "Rêya hevkariya bi Amerîkayê re berhevkirina çekên hatin dayîn e"
Bozdag got ku "Rêya hevkariyê diyar e, rawestandina dayîna çekan, berhevkirina çekên ku berê hatine dayîn. Heke hevkariyê dixwazin em ji vê hevkariyê re amade be. Wek pêngava ewil jî dikarin ku arîkariya çekan a ji bo rêxistinên terorê bidin rawestandin û çekên ku hatine belavkirin berhev bikin."
- "Mesafeya ku 3 rojên ewil hatibû plankirin û kontrola qadê hat pêkanîn"
Ji Bozdag pirsîn ku di roja 3yemîn a Herekata Çiqlê Zeytûnê de rewşa dawîn çi ye, li ser vê yekê Bpzdag got ku "Di 3 rojên ewil de mesafeya ku hat plankirin û kontrola qadê hatiye pêkanîn. Di maweya herekatê de ji nav mensûbên hêzên me yên çekdar tu şehîd tunin."