Selma Kasap
19 Hezîran 2022•Rojanekirin: 20 Hezîran 2022
Testa Zimanên Biyanî (YTD) ku ji aliyê Navenda Pîvan, Neqandin û Bicihkirinê (OSYM) ve tê kirin û di Ezmûna Saziyên Hîndekariya Bilind (YKS) da rûniştina sêyem e, qediya.
Namzêdên zanîgehan rûniştina yekem a YKSê duhê Testa Têrdariya Sereke (TYT) ku di Ezmûna Saziyên Hîndekariya Bilind (YKS) da rûniştina ewil kiribûn, îro jî rûniştina duyemîn Testa Têrdariya Beşan (AYT) û rûniştina sêyemîn a dawîn Testa Zimanên Biyanî (YTD) bersivandin.
YDTya ûniştina dawîn îro saet. 15.45an destpê kir û 120 deqîqeyan ajot.
Ezmûna ku ji bo zimanên Almanî, Erebî, Fransî, Îngilîzî û Rûsî hat kirin tê 80 pirs hatin pirsîn.
Li gorî ajendeya OSYMê encamên YKSê dê 20ê temmûzê werin eşkerekirin.