11 Gulan 2016•Rojanekirin: 11 Gulan 2016
ANKARA
Tîmên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Enqereyê li Enqere, Stenbol û Qersê li dijî PKKya rêxistina terorê operasyon çêkirin û di operasyonê da 4 kes hatin binçavkirin.
Hat diyarkirin ku gumanbar ji ber êrîşa dawîn a li Enqereyê hatine binçavkirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê wergirt di çarçoveya lêpirsîna der barê êrîşa ku 13ê adarê li Guvenparka Kizilayê li dijî rawestgeha otobêsan hat kirin, hin agahiyên nû hatin bidestxistin.
Hat destnîşankirin ku Tîmên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Enqereyê li Enqere, Stenbol û Qersê li dijî rêxistina PKKyê operasyon çêkirin û di operasyonê da 4 kes hatin binçavkirin.
Hat diyarkirin ku di operasyonê da 2 kes li Enqereyê, kesek li Stenbolê û kesek jî li Qersê hat binçavkirin. Li gor agahiyan 2 gumanbarên li Enqereyê piştî kontrola li Saziya Tipa Edlî birin Midûriyeta Ewlehiya Enqereyê.
Hat diyarkirin ku 2 gumanbarên din jî wê di nav rojê da bînin Enqereyê û dibe ku hin kesên din jî bên binçavkirin.