ŞIRNAK
Jinên ji Şirnexê der barê operasyonên li Stenbolê de ji bo ku piştgiriyê bidin Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan mewlûda Kurdî dan xwendin.
50 jinên ku endamên Komeleya Jinan a Şirnexê ne, li ber deriyê avahiya komeleyê civiyan û ji bo ku piştgiriyê bidin Serokwezîr Erdogan mewlûda Kurdî dan xwendin û daxuyaniya çapemeniyê dan.
Seroka komeleyê Hatîce Atan di daxuyaniya xwe de wiha got: "Operasyona 17ê çileya pêşîn operasyoneke plankirî ye û li dijî demokrasiya Tirkiyeyê û li dijî Serokwezîr hatiye kirin."
Atan destnîşan kir ku Tirkiye di van salên dawîn de bi îstiqrar mezin dibe û bi pêvajoya çareseriyê re jî nûçeyên şehidan êdî nayên û wiha got: "Ev operasyon li dijî Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan pêk hatiye. Êrîş li yên ku dixwazin Tirkiyeya nû ava bikin tê kirin. Divê aştî, demokrasî û îqtîdara vî welatî nekeve destên hin kesên ku endezyariya civakê dikin."
Hûriye Tanika ku bi Kurdî axivî jî destnîşan kir ku heta dawiyê piştgiriyê didin Serokwezîr û wiha got: "Em vê niheqiya ku li Serokwezîrê me tê kirin qebûl nakin."
Piştî daxuyaniyê ji bo ku piştgiriyê bidin Serokwezîr Erdogan mewlûda Kurdî dan xwendin.