Ayşe Karaosmanoğlu
04 Sibat 2026•Rojanekirin: 06 Sibat 2026
Ji bo Îzmir, Manîsa, Aydin, Çanakkale, Balikesir, Edirne û Muglayê hişyariya bahozê hat dayîn.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, sibê ji nîvro pê va li Îzmir, Manîsa, Aydin û Çanakkaleyê, her wiha li rojavayê Balikesîrê û başûrê Edirneyê barana gur û tavî tê payîn.
Li Muglayê jî tê payîn ku ji êvarê pê va barana gur û tavî wê bibare.
Hişyarî hat dayîn ku welatî li hemberî lehî, birûsk, zîpik, bablîsok, bayê xurt û bahozê hişyar û bi tevdîr bin.