Abdullah Sarica
04 Sibat 2025•Rojanekirin: 06 Sibat 2025
Tê pêşbînîkirin ku li rojhilatê Herêma Anadoluya Navîn, deverên navîn ên Rojhilatê Behra Reş, rojavayê Rojhilatê Anadoluyê û deverên qeraxî yên Rojavayê Behra Reş berf dê bibare.
Li gorî texmîna Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, piştî danê êvarê li rojhilatê Herêma Anadoluya Navîn, deverên navîn ên Rojhilatê Behra Reş, rojavayê Rojhilatê Anadoluyê berf dê bibare û her wiha li Qeyserî, Nîgde, Sêwas, Erzincan, Gumuşhane, Bayburt, rojhilatê Nevşehir û Tokatê, bakurê Meletî û Tunceliyê û deverên navîn ên Ordu, Gîresun û Trabzonê berfeke zêde dê bibare.
Li hemberî rewşên neyînî yên wekî cemedgirtina rêyan, divê mirov baldar û bi tedbîr be.