Li Sîvereka navçeya Şanliurfayê di dibistana ku ji bo zarokên sûriyî hatibû vekirin de, perwerdeyê dest pê kir.
Dibistan bi piştgiriya Qeymeqamtiya Sîverekê û Komaleya Alîkariya Sîverekê (SİYAR-DER) li avahiya ku berê nexweşxane bû hat vekirin.
Hat diyar kirin ku 250 zarokên sûriyî li dibistanê dixwînin û bi zimanê tirkî jî perwerdeyê dibînin. Perwerde ji aliyê 11 mamosteyên sûriyî ve tê dayîn.
Zarokên sûrî ji bo derfetan spasiyên xwe ji rayederan re pêşkeş kirin û gotin ku dixwazin zûtir şer biqede û bizivirin weletê xwe.