Mustafa Hatipoğlu
22 Gulan 2023•Rojanekirin: 22 Gulan 2023
Serokomar Recep Tayyip Erdogan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî postek şand û wiha got, "Helbet yê duh digot 'spî' û îro jî dibêje 'reş', yê ku gotina xwe ya duh îro înkar dike, yê ku navê wî wekî 'fetlan dide xwe' derketiye, bawerî pê nabe, paşeroja ewladên me li wî nayê emanetkirin."
Serokomar Erdogan ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî seba dengdêrên dê 28ê Gulanê biçin ser sandoqê û dengê xwe bidin, postek şand û wiha got:
"Ez ji hemû birayên xwe yên dê 28ê Gulanê biçin ser sandoqan û dengê xwe bidin, rica dikim ku van pirsan bi awayekî ji dil ji xwe bikin. Ma meriv bi wan bawer dibe ku berî erdhejê soza mala bêpere dan û paşê hewl dan, erdhejzedeyên me ji cihê lê mêvan in biqewirînin? Ma ji şexsekî ku ne di jiyana xwe ya brokratîk da û ne jî di jiyana xwe ya siyasî da tu mefayeke wî negihîştiye welêt, ji vî gelî ra xêreke wî dibe? Ma bi kesekî ku bi devê xwe îtiraf kir ku di hewla derbeyê ya 17-25ê Berfanbarê da digel FETOyiyan kar kir, bawerî dibe? Kesên ku li meydanan bûyerên 6-8ê Cotmehê dan kirin di girtîgehê da ne. Kesên ku sozê berdana van dane ji wan tê ku bi rêxistina cudakar ra têkoşînê bidin? Ji bo tesfiyekirina reqîbên xwe şantaj, tehdîd, zext, kûmpasa kasetan jî tê da her rêyê meşrû dibînin. Qet baweriya meriv bi exlaqê siyasî yê van tê?"
Serokomar Erdogan piştî pirsan wiha got:
"Helbet yê duh digot 'spî' û îro jî dibêje 'reş', yê ku gotina xwe ya duh îro înkar dike, yê ku navê wî wekî 'fetlan dide xwe' derketiye, bawerî pê nabe, paşeroja ewladên me li wî nayê emanetkirin. Miletê me di 14ê Gulanê da piraniya meclisê bi 323 parlamenteran va da Îtifaqa Cumhur û îradeya xwe destnîşan kir. Di Serokomariyê da jî ji sedî 49,5 dengan va 27 milyonî zêdetir welatiyên me tewecuh nîşanî şexsê me da. Înşeallah em ê 28ê Gulanê bi îrade û piştgiriya miletê me dengekî rekor hildin û kuta bikin."