Here naveroka bingehîn
logo
logo
  • ROJEV
  • JIYAN
  • DINYA
  • ÇAND Û HUNER
  • SPOR
Türkçe
English
BHSC
Pусский
Français
العربية
Kurdî
کوردی
Shqip
فارسی
македонски
Bahasa Indonesia
Español
Tirkiye

Ji Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçuk 3 hişyariyên girîng

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk got, "Xwendekarên me ewladên me ne û heke rîskeke piçûk jî hebe, em gav navêjin."
İbrahim Atmaca
10 Îlon 2020•Rojanekirin: 11 Îlon 2020
Ji Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçuk 3 hişyariyên girîng
Ankara

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk got, "Xwendekarên me ewladên me ne û heke rîskeke piçûk jî hebe, em gav navêjin."

Wezîr Selçuk li ser hesabê xwe yê Instagramê derbarê perwerdeyê da 3 nîşe parve kirin, hişyarî dan.

Selçuk diyar kir ku mamoste bi xwe jî ji hev ra dibêjin "Xoceyê min" û wiha dewam kir: "Lewra mamoste hinekî jî mamosteyê her kesî ne." Selçuk destnîşan kir ku weke mamoste ew dixwaze ku ji her kesî ra hin nîşeyan parve bike û bide hildan.

Selçuk diyar kir, meriv dikare van nîeşyan li ser kaxiz jî binvîse, dikare di hişê xwe da jî bigre û wiha dewam kir:

"Nîşeya min a yekem ev e: Di dewra şewbê da divê em di rojên perwerde û hîndekariyê da her rojên ku em bi perwerdeya ji dûr va dewam dikin, divê em baş guhê xwe bidin ser. Ji kerema xwe, girîngiyê bidin perwerdeya dûrva, EBA TVyê, polên zindî. Di van şert û mercan da di destê me da çareseriya herî rastîn ev e. Ji kerema xwe em xîret bikin."

Selçuk di nîşeya duyem da daxuyand ku derbasbûna perwerdeya rûbirû wê bi kontrolî be û wiha dewam kir:

"Xwendekarên me, ewladên me ne, heke rîskeke piçûk jî hebe, em gav navêjin. Tenduristiya zarokên me nuqteya me ya herî hesas e, em vê ji bîr nekin.

Nîşeya sêyem: "Em bi mamosteyên xwe û rêvebirên xwe yên dibistanan va ekîbeke mezin ya perwerdeyê ne. Em hemû ji bo 'perwerdeyê' perwerde bûn; hemû karê me, hewildana me, derdê me, fikara me, çareseriya me, mijara me 'perwerde' ye. Di van rojên dijwar ên şewbê da vî karê perwerdeyê ji me ra bihêlin. Baweriya xwe bi mamosteyên vî welatî bînin, hûn tevdîra xwe hildin, li malê piştgiriyê bidin zarokên xwe, wan ji her cure tirs fikaran dûr mezin bikin. Heke em bibin ekîbekê û baweriya xwe bi hev bînin û mil bidin hevdu, zarokên me wê qezenc bikin. Nîşe îro xelas; ezmûn tuneye, vegotin serbest e... Hûn jî dikarin fikrên xwe parve bikin."

related_topics:
Wezîrê Perwerdeya NeteweyîHişyarî
news_share

news_share_descriptionsubscription_contact

subscription

contact_the_ombudsman

is_there_an_error_in_this_story

ombudsman_apply_button
logo

Reporting the Changing World

next-sosyalX/TwitterFacebookYouTubeInstagram

SAZÛMANÎ

  • dîrokçe
  • kûnye
  • pergala birêvebirina kalîteyê
  • prensîbên weşanê
  • polîtîkayên çapemeniya civakî
  • Polîtîkaya Veşartîbûn û Çerezan
  • Polîtîkaya Agahdarkirinê
  • RSS

PEYWENDÎ

  • Ragihandin
  • daxwazên abonetiyê

Anadolu Ajansı © 2026

Google PlayApp Store
Nûçeya berê
Nûçeya paşê
Nûçeya berê
Di 8 mehan da 27 milyon kesî ji balafirgehên Stenbolê rêwîtî kirin

Di 8 mehan da 27 milyon kesî ji balafirgehên Stenbolê rêwîtî kirin

Nûçeya paşê

Tehmên bitescîl ên Şanliurfayê dibin marqe

Tehmên bitescîl ên Şanliurfayê dibin marqe

NÛÇEYÊN DAWÎ

Serokê Lijneya Birêvebiriyê yê TEKNOFESTê Bayraktar li TEKNOFEST Başûrê Rojhilatê bangî ciwanan kir

Serokomar Erdogan: "Dîwarên yekreng ên ku wesayetxwazan honand bi têkoşîna jinan hatin hilweşandin"

Serokomar Erdogan: Divê em îtibara TBMMyê ser her tiştî ra bigirin

Deverên bilind ên Hîzanê bi berfê spî bûn

Li Erziromê barana ku bihar û havînê barî, wê xêr û bereketa hingiv zêde bike

Ji bo herêmên Behra Reş a Rojava, Marmara û Egeyê hişyariya bahoz û barana gur

Li Adiyemanê kal û pîran hunera ebrûyê nas kir

Hemûyê bibîne

NÛÇEYÊN TÊKILDAR

DYAyê hişyarî da Îranê

DYAyê hişyarî da Îranê

Obama hişyariya miriyên sivîl da Netanyahû

Obama hişyariya miriyên sivîl da Netanyahû

Li ser vexwarinên bialkol dê nîşanên hişyariyê hebin

Li ser vexwarinên bialkol dê nîşanên hişyariyê hebin

 Welatên Rojavayê hişyarî dan Rûsyayê, "li mixalifan nede, li DAEŞê bide"

Welatên Rojavayê hişyarî dan Rûsyayê, "li mixalifan nede, li DAEŞê bide"

Meteorolojiyê hişyariya berfê da

Meteorolojiyê hişyariya berfê da

'Digel hişyariyên me Belçîkayê terorîst serbest berda'

'Digel hişyariyên me Belçîkayê terorîst serbest berda'

DYAyê hişyariya seyahata Ewropayê da

DYAyê hişyariya seyahata Ewropayê da

Îstixbaratê ji Sererkaniyê ra raporeke girîng şandiye

Îstixbaratê ji Sererkaniyê ra raporeke girîng şandiye

Ji AAyê ji bo abone û şopînerên wê hişyarî

Ji AAyê ji bo abone û şopînerên wê hişyarî

"Li Mûsilê dibe ku milyonek mirov ji cihên xwe bên kirin"

"Li Mûsilê dibe ku milyonek mirov ji cihên xwe bên kirin"