Abdullah Tel
18 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2020
Li Perteka navçeya Tunceliya ku bi cî û warên xwe yên siruştî û dîrokî va derdikeve pêş ji cihên balê dikşîne yek jî Kelha Sagmanê ye.
Navçeya Perteka ku wek deriyê ketina bajêr tê hesibandin di salên dawîn da bi saya veberhênanên dewletê va di qada turîzmê da her ku diçe eleqeya li serê zêdetir dibe.
Li navçeyê Kelha Perteka dîrokî, mizgeftên Çelebî Axa û Sungur Begê û Ziyaretgeha Xidir Siltanê hene û li rojhilatê gundê Sagmanê jî li ser girê zinar Kelha Sagmanê ya dîrokî ya bi beden û mîmariya xwe bala ziyaretvanan dikşîne cî digire.
Ew berhem li bajêr di nav nîşaneyên sereke da ye û wisa tê texmînkirin ku ji heyama Artukogullariyan begekî daye çêkirin û di heyama Osmaniyan da jî kelhe hatiye temîrkirin û bi bergeha xwe va gelekî balê dikşîne.
- Eleqeya wênekêşan gelekî zêde ye
Wênekêşên derdikevin gerê di nav rojê da tên serdana Kelha Sagmanê, dîmenên ji bergeha kelhê dikişînin û ji xweşiya tarî û roniyê îstifade dikin.
Wênekêş Melîk Kaya daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Tuncelî bi xweşiyên xwe yên siruştî, çandî û dîrokî va cihekî xweş e û bi wan taybetiyên xwe jî derdikeve pêş.
Kaya destnîşan kir ku Kelha Sagmanê ya dîrokî bala gelek wênekêşan dikişîne û wiha pê da çû: "Li alî rojavayê Kelha Sagmanê di nav ava bendavê da wek giravekê Kelha Pertekê heye û Kelha Xarpûtê ya li Elezîzê jî li pişt wê dikeve. Bi qasî ku em zanin ev hersê kelhê awayê ku ji dûr va hevdu bibînin hatine çêkirin. Kelha Sagmanê li ser zinarekî mezin hatiye avakirin û hê jî çend dîwarên wê li pê ne."
Wênekêş Kaya got ku xweşiya ji bergeha Kelha Sagmanê him bi şev û him jî bi roj gelekî xweş e lewra êvaran esman bi stêrkan dixemile û ji cihê kelh lê ye gelek xweş xuya dike û jixwe xweşiyên nava rojê tên dîtin jî ji kelhê mîna li ber piyê mirov bin xuya dikin.