İsmail Hakkı Demir
17 Nîsan 2021•Rojanekirin: 18 Nîsan 2021
Kuçe û kolanên Erzirom, Erzincan, Qers, Agirî, Tuncelî, Erdexan û Îdirê ji ber sînordarkirina ku di çarçoveya têkoşîna li hemberî şewba Kovîd-19ê da hat îlankirin, vala man.
Sînordarkirina derketina derva ya ku dawiya heftê tê tetbîqkirin duh di saet 17.00an da dest pê kir û heta 19ê Nîsanê roja duşemê saet 05.00an wê dewam bike.
Kuçe, kolan û meydanên bajaran vala man û hêzên ewlehiyê yên li cihên ketin û derketinên bajaran sekinîne jî kontrolên xwe didomînin.