Hüseyin Yıldız
28 Sibat 2022•Rojanekirin: 01 Adar 2022
Bi germbûna hewayê ra legleg hatin Îdirê û dest bi çêkirina hêlînên xwe kirin.
Li Îdirê germa hewayê heta 20 pileyî derket.
Bi germbûna hewayê ra ji ber li ser rêya koça teyr û tûyan e, wekî gelek cureyên teyr û tûyan legleg jî hatin bajêr.
Hat dîtin ku leglegan dest bi çêkirina hêlînên xwe kir.
Li herêmê hatina leglegan yek ji nîşaneyên mizginiya biharê ye û ji ber vê yekê welatî jî şa bûn.