09 Mijdar 2019•Rojanekirin: 10 Mijdar 2019
Wezareta Karên Navxweyî ragihand li dorbera Agiriyê di operasyona Fermandariya Cendirmeyan ya Agiriyê da 7 terorîst hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî hat destnîşankirin Fermandariya Cendirmeyan ya Agiriyê li dorbera Agiriyê ji esman û bejayê va derketin operasyonê.
Hat diyarkirin di operasyonê 7 terorîstên çekdar hatin berterefkirin û operasyonên li herêmê didomin.
Li dorbera Agiriyê di 7ê Mijdarê da jî 8 terorîst hatibûn berterefkirin.