Günay Nuh,Anıl Aydın,Abdullah Söylemez,Cüneyt Çelik
31 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 01 Rêbendan 2024
AGRI (AA) - Li Agirî, Erdexan û Qersê sir û serma tengasiyê dide kişandin.
Li Agiriyê di sir û seqemê da Çemê Mûradê di serî da rûyê robarên derdorê qerisîn.
Camên hin wesayît û kargehan qeşa kişand.
- Erdexan
Li Erdexanê jî hewa sar e.
Li bajêr germa hewayê 12 pile daket binê sifirê, cemed çêbû.
Ji ber sermayê Gola Çildirê di serî da rûyê gelek robar û golan qerisî.
- Qers
Li Qersê sir û seqemê tengasî da kişandin.
Li bajêr germa hewayê bişev 10 pile di binê sifirê da hat pîvan, ji ber sermayê camên wesayîtan qeşa kişand, nebatan qiravî girt.
Cihên avî qerimîn, welatiyan betanî û merş li wesayîtên xwe wer kirin.