Fatma Sevinç Çetin
12 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 13 Rêbendan 2025
Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand ku li bakurê Iraqê li herêmên Pençe-Kilît û Metînayê 3 terorîstên PKKyî û li bakurê Sûriyeyê jî li herêmên Mertalê Feratê û Kaniya Aştiyê 6 terorîstên PKK/YPGyî hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya WPNyê da hat diyarkirin ku terorîst wê nikaribin ji aqûbeta ku li benda wan e xelas bibin û wiha hat gotin:
"Hêzên me yên çekdar ên qehreman ên Tirk 3 terorîstên PKKyî yên ku li herêmên Pençe-Kilît û Metînayê yên li bakurê Iraqê hatin tesbîtkirin û 6 terorîstên PKK/YPGyî yên ku li herêmên Mertalê Feratê û Kaniya Aştiyê yên li bakurê Sûriyeyê hatin tesbîtkirin berteref kirin."
Hat destnîşankirin ku operasyon wê bilez û daîmî dewam bikin.