Ahmet Buğra Olaç
07 Nîsan 2024•Rojanekirin: 08 Nîsan 2024
ANKARA (AA) - Wezareta Parastina Neteweyî daxuyand ku li herêmên Gare û Metînaya bakurê Iraqê 6 terorîstên PKKyî hatin berterefkirin.
Li ser hesabê medyaya civakî ya Wezaretê wiha hat daxuyandin: "Hêzên me yên Çekdar ên Tirkiyeyê yên qehreman 6 terorîstên PKKyî yên ku li herêmên Gare û Metînaya bakurê Iraqê hatin tesbîtkirin, bi operasyoneke asîmanî berteref kirin."
Hat daxuyandin ku operasyon wê bi biryarî dewam bikin.