Buğrahan Ayhan
03 Îlon 2024•Rojanekirin: 03 Îlon 2024
ANKARA (AA) - Hat ragihandin ku 6 terorîstên PKKyî yên ku li herêmên Operasyona Pençe-Kilîtê û Xakurkê yên li bakurê Iraqê hatin tesbîtkirin, hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî da wiha hat gotin: "Terorîst li ku derê bin, hedefa me ew der e. Hêzên me yên Çekdar ên Tirk ên qehreman 6 terorîstên PKKyî yên ku li bakurê Iraqê li herêmên Operasyona Pençe-Kilîtê û Xakurkê tesbît kirin, berteref kirin. Ji bo ku teror di çavkaniya wê da bê pûçkirin, em ê operasyonên xwe yên nayên pêşbînîkirin, bilez û domdar bidomînin."