Oğuzhan Sarı
14 Tîrmeh 2024•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2024
Wezareta Parastina Neteweyî daxuyand ku li Garaya herêma bakurê Iraqê û li herêma Mertalê Feratê ya li bakurê Sûriyeyê 4 terorîst hatin berterefkirin.
Di daxuyanîya Wezaretê da wiha hat gotin: "Hêzên me yên Çekdar ên Tirk yên qehreman li Garaya herêma bakurê Iraqê 2 terorîstên PKKyî û li herêma Mertalê Feratê ya li bakurê Sûriyeyê jî 2 terorîstên PKK/YPGyî yên ku hatin tesbîtkirin, berteref kirin. Ji bo ku teror di çavkaniya wê da bê tunekirin em ê bi operasyonan bi awayekî çalak û bênavber têkoşînê bidomînin."