Önder Beyter
05 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2020
Li peravên Behra Egeyê bi lerza 4an erdhej çêbû.
Li gorî agahiya li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Afat û Reşa Bilez (AFAD), di saet 01.11an da li peravên Behra Egeyê bi lerza 4an hejek hat qeydkirin.
Hat tesbîtkirin ku erdhej 21 kîlometre dûrî Urlaya navçeya Îzmirê û 12 kîlometre dî di kûrahiyê da çêbû.
Ji aliyekî din va erdhej li Îzmir, Aydin û Manîsayê jî hat hîskirin.
Herwiha peywirdaran ragihand ku ji ber erdhejê li herêmê rewşeke neyênî çênebû.