10 Tebax 2016•Rojanekirin: 10 Tebax 2016
BIDLÎS
Li Tetwana navçeya Bidlîsê minîbûsa bombebarkirî ya ku plakaya wê sexte ye hat dîtin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin ekîbên Midûriya Ewlehiyê ya Navçeyê îxbara welatiyan nirxand û li Taxa Îşletmeyê di minîbûsekî terikandî de lêgerîn kirin.
Ekîban dîtin ku li paşiya minîbûsê mekanîzmaya bombeyê heye û xeber dan, li ser vê yekê wesayîtên bizirx, ekîbên îmhekirina bombeyan û şûbeya têkoşîna dijî terorê hatin cihê bûyerê.
Li hawirdor tevdîrên berfireh ên ewlehiyê hatin girtin û piştî ku welatî ji herêmê hatin dûrxistin mekanîzmaya bombeyê hat pasîfîzekirin.
Di encama lêkolîna pisporên îmhekirina bombeyan di minîbûsê de bi qasî tonekî teqemeniya ku di nav 2 tupên piknîkê û 9 bermîlan de hatiye veşartin, hat dîtin.
Hat tespîtkirin ku minîbûs duh bi plakaya sexte hatiye navçeyê û dan zanîn ku di li cihekî guncav bi kontrol minîbûsê îmhe bikin.
Di vê navberê de hat dîtin ji bo ku balê nekşîne alaya tirkan danîne ser minîbûsa li kêleka rê.